Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 23. a Stenbolê ji ber ku Eren Keskîn bûye nobedara weşana Ozgur Gundemê ew dad kiriye.
Bi biryara dîwana dadkirinê qedexeya çûna derveyî Tirkiyeyê ji ser Eren Keskînê rabûye. Ji heman dosyeyê heşt kes têne dadkirin. Xwediyê imtiyazê yê rojnameyê, Kemal Sancili di girtîgehê de ye. Bi biryara dadgehê ew ê li girtîgehê bimîne.
17ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê(17.01.2017) dîwana dadkirinê dê li ser dadkirinê dom bike.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Erol Onderoglû serokê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas e û rapornivîsê bianetê ye ku Rapora Çavdêriya li Medyayê dinivîse. Prof. Dr. Sebnem Korûr Fîncanci jî seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ye. Ahmet Nesîn nivîskar e.
Bixwîne - Ji bo rojnameger Tûgrûl Eryilmazî ceza hat xwestin
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kiribû, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatine vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirine.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
(TP/MB)
Wêne: Cansu Pişkin