Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeheka Stenbolê ji bo serokê rûmetê yê HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk), Ertugrul Kurkçu û wekîlê CHPyê(Partiya Komarê ya Gelî) Mahmut Tanalî biryara beraetê daye.
7ê Îlona 2014ê dema karkeran avahiya Torun Centerê ava dikirin asansor(sîstema hilkişan û berdanê) ketiye û 10 karker tê de mirine.
Komek xwenîşander ev yek protesto kiriye. Ertugrul Kurkçu û Mahmud Tanalî piştgiriya xwenîşanderan kiriye.
Dadgeha Cezayên Aslîyeyê ya 22. a Stenbolê bi sûcê “dijayetiya li Qanûna Civiyan û Meşa ji bo Xwenîşandanan” û “nehêlana wezîfedar karê xwe bikin” ew dad kirine.
Dadgehê ji bo herdu bersûcan jî biryara beraetê daye.
(EMK/MB)