Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koma Parêzerên Azdîxwaz ên Demokrat daye zanîn ku ji bo serokatiya BAROya Stenbolê berbijara wan Eren Keskîn e. Eren Keskîn parêzer e û yek ji mafparêzên naskirî ye.
Hilbijartina serokatiya BAROya Stenbolê dê 24ê vê mehê(Çiriya Pêşiyê-Cotmeh) bê pêkanîn. 41 hezar û 77 endamên BAROyê hene. Ji bo hilbijartin pêk bê divê ya kêm 20 hezar û 539 kes beşdarî hilbijartinê bibin.
Berbijarên serokatiya BAROya Stenbolê ev in: Eren Keskin, Fikret Ilkiz, Mehmet Durakoğlu, Çiğdem Koç, Hasan Kılıç, Başar Yaltı, Talat Canbolat, Cem Kaya Karatün, Kaptan Yılmaz, M. Gökhan Ahi.
Eren Keskin kî ye?
Parêzer e. Nivîskara Ozgur Gundemê ye. Demekê bûbû Herberpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê.
Ew demek bû Alîkara Serokê Giştî ya Komaleya Mafê Mirovan (KMM) û piştre jî bûbû seroka şaxa Stenbolê.
Wê weke mafparêzekê hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin: Xelata Aştiyê ya Aachenê (2004), Xelata Diristî û Wêrektiya Polîtîkayê ya Theodor Haeckerê (2005).
(AS/MB)