Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtîya Sêrtê bi daxuyaniyeka nivîskî îlan kiriye ku li 11 tax û gundên Sêrtê derketina derve qedexe ye. Walîtîyê diyar kiriye ku li wan deran operasyoneka leşkerî dê bê kirin.
Li Sêrtê heta niho 8 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Li gor daxuyaniya walîtîyê ji 5ê duhî êvarî ve li van gund û taxan derketina derve qedexe ye.[Navê gund û taxan ji daxuyaniyê bi zimanê tirkî hatiye standin].
Çınarlısu, Alkumru, Elmacık, Hantrat, Akyayla, Kargacık, Taşbalta, Erenler, Koçlu, Bayraktepe (Çölköy) û Ekmekçiler.
Walîtîyê bi daxuyaniyeka duyem diyar kir ku sê kesên PKKyî(Partiya Karkerên Kurdistanê) kuştine.
332 caran
Li gor rapora TIHVyê(Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) ji 16ê Tebaxa 2015ê heta 1ê Çiriya Pêşiyê 332 caran derketina derve hatiye qedexekirin.
Walîtîyan li 11 bajar û ya kêm 50 navçeyan derketina derve qedexe kiriye.
Bajar û jimara îlanên qedexeyê li jêr in:
Amed (190 Car)
Mêrdîn (53 Car)
Colemêrg (23 Car)
Şirnex (13 Car)
Bedlîs (18 Car)
Mûş (7 Car)
Bingol (7 Car)
Dêrsim (6 Car)
Êlih (6 Car)
Elezîz (2 Car)
Sêrt (7 Car)
Tesîra qedexeyan
Tesîra qedexekirinê ya kêm li milyonek û 809 kesan bûye.
Mafên hatîn binpêkirin ev in:
*Mafê azadîyê û ewlehiyê
*Rêza li jiyana malbatî
*Mafê kombûn û birêxistîbûnê
*Mafê bawerîyê
*Mafê parastina milkîyetê
*Azadiya dayin û standina agahiyan
*Mafê perwerdeyê
*Mafê jiyanê
(AS/MB)
Wêne: Ajansa Anadolûyê