Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wêne: Can Candan
30 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê ji ber ku bi pankartekê diyar kiribûn “ji bo dagirkirin û komkujîyê liqum nayê belavkirin” bi sûcê “propagandaya rêxistina terorî” têne dadkirin.
Di rûniştina îro da Dadgeha Cezayên Giran a 32. a Stenbolê qedexeya çûna derveyî Tirkiyeyê ji ser 30 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê rakiriye.
Bixwîne - Kubra Sagir: Kurdî zimanê min ê dayikê ye, dadger: Yê min jî
22 xwendekar dihatin dadkirin, 8 xwendekar jî firarî bûn. Di rûniştina yekem de dadgehê ji bo 14 xwendekaran biryara tehliyeyê dabû.
Ji ber ku dosyeya İrem Gelkuş, Elif Nur Aybaş, Ozan Yaman, Ayşe İdil Ügüt, Bektaş Deneri, Damla Uyar, Oğuzcan Ünlü, Ekim Devrim Çapartaş wek “firarî” hatibû amadekirin wan îfade nedabû. Di rûniştinê de wan îfade dan.
Çi bûbû? |
Di 19ê Adarê de komek xwendekar ji bo pîrozkirina çûna Efrînê ya leşkeran dest bi belavkirina liquman kirine. Komek xwendekarên li dijî şerî pankartek vekiriye û ev yek protesto kiriye. Hat îdiakirin ku hingê êrîş li maseyê liquman hatiye kirin. Di 20ê Adarê de, şaxê ciwanan yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) "êrîşa li maseyê liquman" protesto kiriye û digel polîsan meşiyaye. Serokatiya zanîngehê bi daxuyaniyeka nivîskî diyar kiriye "êrîşa li standê nayê qebûlkirin." Polîsan di 22yê Adarê de 7 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê li Kampûsa zanîngehê desteser kiribûn, xwendekarên desteserkirî serbest bûn. Pênc xwendekarên li mal û warên xwendekaran hatîn desteserkirin. Xwendekarên ji desteserkirinê nerazî li medyaya civakî dane zanîn ku "xwendekarên di roja bûyerê de ne li zanîngehê jî hatine desteserkirin, ev yek nîşan dide ku tê xwestin muxalefet bêdeng bibe." Dema xwendekar ji bo diyarkirina nerazîbûnê kom bûyîn polîsan dora wan girtiye û heft kes desteser kirine. Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar li ser bûyerê gotibû: "Divê vê yekê bibêjim ku em hemî xebatê li ser van ciwanên terorîst dikin. Em ê rû û dirûvê wan tesbît bikin û em ê mafê xwendinê nedin wan." Di 26ê Adarê de, Rapornivîsa Parlamentoya Ewropayê ya ku berpirsa raporên li ser Tirkiyeyê ye, Katî Pîrîyê da zanîn ku "[Serokkomar, Recep Tayyîp] Erdoganî xwendekarên şernexwaz wek terorîst bi nav kir, li Tirkiyeya nû rexnekirin karekê zehmet e." 21 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê dê 6ê Hezîranê li Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayan a Stenbolê bêne dadkirin. |
(TP/MB)