Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Pazarcikê ya Mereşê, kesê bi navê M. A bi tohmeta ku li ser medyaya civakî propagandaya DAIŞê kiriye, hatiye girtin.
M. A ji hêla tîmên Midûriyeta Dijterorê yên Midûriyeta Emniyetê ya Pazarcikê ve hatiye desteserkirin. Vê sibehê ew birine edliyeyê û ji hêla Dadweriya Silh û Cezayê ve hatiye girtin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî, di navbera 17 û 24ê Îlonê de, 430 lêkolîna 430 hesabên medyaya civakî kirine û lêpirsîn li 344 kesan vekirine.
Bitikîne - Di hefteyekê de lêpirsîn li 261 hesabên medyayê hatiye vekirin
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê 12ê Tebaxê aşkere kiribû ku ji ber derbarê dolarî de peyam li ser medyaya civakî dane, lêpirsînname ji bo 346 bikahrêneran hatiye amadekirin.
Bitikîne - Li Konyayê bikarhênerekî medyaya civakî hatiye girtin
Serdozgeriya Komarî ya Stenbol û Enqereyê jî bi heman armancê ji bo hesabên medyaya civakî, nûçeyên nivîskî, dîtbarî jî lêpirsîn dabû destpêkirin. (AS/FD)