Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), derbarê serlêdana Abdûllah Ocalan, Serokê PKKyê de îro biryara xwe daye. Di sala 2008ê de dema gardiyanan li hucreya wî ya li Girtîgeha Îmraliyê lêgerîn kirine, Ocalanî bi rêya parêzerên xwe diyar kiribû ku “ew rastî îşkence û kiryarên xirab” hatiye.
Dadgehê biryara Ocalanî bi pirdengî standiye û qebûl nekiriye.
Lêpirsîn bê encam mabûn
Parêzerên Ocalanî bi hinceta ku di lêgerîna 7ê Çiriya Pêşiyê ya 2008ê de gardiyanan îşkence û kiryarên xirab li muwekilên wan kirine, 21ê Çiriya Pêşiyê ya 2008ê, giliyê rayedaran û berpirsiyaran li nik Serdozgeriya Komarî ya Bûrsayê dabûn.
Piştî gilîkirinê, ji bo piştgiriya bi Ocalanî re, li gelek bajaran xwenîşandanên protestoyî çêbûbûn.
Lêpirsîna disiplînê li rêveberekî girtîgehê û du gardiyanan hatibû vekirin. Lê ji vê lêpirsînê encam derneketibû û doz nehatibû vekirin.
Kanûna Paşiyê ya 2009ê, Serdozgeriya Komarî ya Mûdanyayê jî lêpirsîna edlî bidawî kiribû û gotibû ku, “Ocalan her roj ji hêla pisporan ve tê kontrolkirin, di dema van kontrolan de giliyê xwe bi doktoran nekiriye”. Serdozgeriyê lêpirsîn bidawî kiribû. Di biryarê de her weha hatibû gotin ku di raporên tibî de, ti delîlên kiryarên xirab bi dest nexistine.
Li hemberî vê biryarê parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Giran a Yalovayê dabûn lê dadgehê jî serlêdan qebûl nekiribû.
Dadgehê îro biryara xwe aşkere kiriye
Li ser vê rewşê parêzeran daxwazname pêşkêşî DMMEyê kiribû.
DMMEyê îro biryara xwe ya derbarê vê serlêdanê de aşkere kiriye. Biryar girtiye ku “qedexeya îşkenceyê û kiryarên xirab” a di Xala 3yê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de (PMME) nehatiye binpêkirin.
Di heman biryarê de hatiye diyarkirin ku, ti delîlên derbarê kiryarên xirab de pêşkêşî dadgehê nehatine kirin.
Parêzerên Ocalanî her weha li gorî xala 2yê ya PMMEyê ya derbarê binpêkirina “mafê jiyînê” û li gorî xala 14ê ya PMMEyê ya derbarê binpêkirina “qedexeya cidaxwaziyê” jî serî li Dadgehê dabûn. Lê dadgehê bi heman hincetê ev her du serlêdan jî qebûl nekiriye. (AS/FD)