Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber parvekirinên wî yên li ser hesabên wî yên medyaya civakî, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” sal û 11 meh û 12 roj cezayê girtîgehê li hunermend Ferhat Tûncî hatiye birîn.
Doz li 36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatiye dîtin. Piştî vî cezayî, ji ber cezayên ku berê li Tûncî hatibûn birîn û hatibûn taloqkirin wê taqîbat bê kirin.
Tûnc: Propaganda ne karê hunermendan e
Îro, di danişina çarem de Tûncî paraznameya xwe pêşkêş kiriye û wiha axivî ye:
“Hunermend ew ronakbir e ku nirxên civakî diparêze û bi berheman vî nirxî zêde dike. Huner û hunermend nakevin nav qalibê îdeolojiyekê, ji ber wicdanê civakê ne, nabin ku bên dadkirin. Dibe ku yek armanca wan kesên bi daxwaza dadkirinê tevdigerin hbe: Bêdengkirina hunermendan û ronakbiran. Ji demên berê heta niha desthilatdaran xwestine vî diştî bikin. Ne hunermend bêdeng bûn ne jî civak bûye yek cure. Navê yek desthilatdariyê jî nîne ku xwestin civakê li gorî xwe bixin şekl û şemalê. Lê ew hunermendên ku dihatin xwestin ku bêdeng bikin, bi sedan sal in ku bi berhemên xwe dijîn. Gelo çi hatî serê kesên dad dikirin? Qet navê wan jî nayê zanîn.”
Çi bûbû?
Ji ber peyamên wî yên li ser Twitterê doz li Tûncî hatibû vekirin ku gotibû “Çavê cîhanê li ser operasyona Reqqayê ye ku şervanên YPG û YPJyê dane destpêkirin, bila silav li we be, rûpakên mirovahiyê”, “Em Azîz Gulerî oxir dikin ku dema li Rojava li hemberî hovîtiya DAIŞê şer dikir şehîd ketiye”, “Divê metirsiyên li ser rewşa Ocalanî bên bidawîkirin ku gelekî bi milyonan jê re dibêje Rêberê min, ji bo tecrît bidawî bibe…”.
Forûma Mûzîka Azad a Cîhanî (Freemuse) ya navenda wê li Danîmarkayê ye, ji bo dozên li Tûncî hatibûn vekirin bi dawî bibin, xebatek li qada navnetewî dabû destpêkirin. Kampanyaya îmzayan ya di vê çarçoveyê de destpêkiribû, hê jî berdewam dike. (ÇT/FD)