Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza tazmînatê ya ku Denîz Yucel, nûçegihanê rojnameya Die Weltê daxwaza tazmînatê li Tirkiyeyê kiribû nehatiye qebulkirin. Yucel li Tirkiyeyê salekê girtî mabû û sibata çûyî hatibû berdan.
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) şaxa Tirkiyeyê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî zanyariya retkirinê belav kiriye. Li gorî mesaja RSFyê, 17emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di danişîna pêşiyê de daxwaza tazmînata 2.9 milyon Tlyî qebûl nekiriye.
Veysel Ok, parêzerê Denîz Yucelî ji bianetê re got, “Em ne li bendeyî biryara retkirinê bûn. Heke ku ev biryar li gorî hiqûqê, li gorî destûra bingehîn bûya wê encam cida bûba”.
Okî diyar kir ku “Ev doz bi awayekî neqediya ye, em ê mafê xwe yê temyîzkirinê bi kar bînin. Ev pêvajoyeke wiha ye ku wê biçe heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).”
Nûnerê RSFyê Onderoglû: Em hincetê gelekî meraq dikin
Erol Onderoglû û parêzer Veysel Ok. Foto: MLSA Türkiye
Erol Onderoglû, Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji bianetê re got, “ew gelekî meraq dikin ku bê hinceta dadgehê çi ye”
Çi bûbû?
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yucel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” 27ê Sibata 2017ê biryara girtina wî da.
Yucel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten edîtorê malpera Dikenê, Omer Çelîk edîtorê Ajansa Nûçeyan ê Dîcleyê (DİHA), Mahîr Kanat Berpirsê Îdarî yê Rojnameya Bîrgunê jî hatine girtin. Metîn Yoksû nûçegihnê DİHAyê, Eray Saygın Midûrî Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolcûlûkê û Derya Ocaktan Midûra Berpirs a ETHAyê jî di heman çarçoveyê de hatibûn girtin. Îdianame ji bo rojnamegeran hatibû amadekirin, lê navê Yucelî di navê de derbas nebibû.
Çelîk di danişîna yekê de, Kanaat û Öğreten jî di ya duyem de hatibûn berdan.
Heta roja ku Yucel hatibû berdan jî îdianame ji bo wî nehatibû amadekirin. (PT/FD)