Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî 14ê Îlonê, di çar rojan de li madenan çar caran qeza çêbûye. Di encamê de kesek miriye, 12 kes birîndar bûne.
Odeya Endezyarên Madenan derbarê qezayan de daxuyaniyek belav kiriye: “Hemû qezayên ku çêbûne, mîna qezayên berê ne. Divê dersan ji rojên beriya niha bên standin, divê bilez tedbîrên hewce bên girtin.”
Li gori heman daxuyaniyê li çar bajarên cuda qeza çêbûne
15ê Îlona 2018ê li navçeya Mûcûrê ya Kirşehîrê li kana xweyê de teqîn pêk hatiye û 3 karkerên ji Efxanistanê birîndar bûne. Walîtiya Kirşehîrê diyar kiriye ku kana bê destûr hatiye vekirin û dema teqemeniyên qedexe dihat amadekirin, teqîn pêk hatiye.
16ê Îlona 2018ê li gundê Çamdereyê yê navçeya Sincika Semsûrê di kana mermeran de teqîn pêk hatiye. Yek jê giran sê karker birîndar bûne.
17ê Îlona 2018ê li navçeya Mustafa Kemal Paşayê ya Bûrsayê, di kana mermeran de Aydin Gîderê li kanê kar dikir di bin kamyonê de maye û miriye.
18ê Îlona 2018ê li navçeya Çanê ya Çanakkaleyê di santrala termîk de agir derketiye û şeş karkerên ku xwestine agir vemirînin, birîndar bûne. (HA/FD)