* Fotoğraf: freemaxzirngast / twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Max Zirngast, rojnamegerê Avûstûryayî û endamên Meclîsa Avakar a Partiya Azadiya Civakî Mithatcan Turetken û Hatîce Goz piştî ku 10 rojan desteserkirî mane, ji hêla dadgehê ve hatine girtin.
Zirngast, Turetken û Goz, saetên sibehê yên 11ê Îlonê bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” hatibûn desteserkirin. Dema desteserkirina wan du caran hatibû dirêjkirin.
Kesên desteserkirî, duh piştî jêpirsîna dozgeriyê derxistin dadgehê.
4em Dadweriya Cezayê Silhê bi hinceta ku “delîlên xurt hatine bidestxistin, lêpirsîn temam nebûye, delîl hîna nehatine berhevkirin û gumana reva wan heye” Zirngast, Turetken û Goz girtiye.
Kovara ‘re:volt’ê ya ku Max Zirngast li wir kar dike, piştî biryara girtinê, li ser hesabê Twitterê yê ji bo piştevaniya bi Zirnastê re hatiye vekirin, nivîsand ku “Êdî kampanyaya me ya piştgiriyê bêhtir bi wate bûye”.
“Ez mirovekî sosyalîst im”
Max Zirngastî di îfadeya xwe ya dadgehê de gotiye, “Ez mirovekî sosyalîst im. Ez nirxên gerdûnî diparêzim.”
Diyar kiriye ku ew sê sal in li Tirkiyeyê dijî, ti xebateke wî ya nepenî çênebûşe, ji bo jiyana xwe saz bike wî xanî kiriye.
“Min li ser navê ti rêxistinên îlegal xebatên nekiriye. Ji zimanên almanî, tirkî û ingilîzî wergeran dikim, nivîsan dinivîsm.”
Gotiye ku ew li Zanîngeha ODTUyê masterê dike û di dersa Îdeolojiyên Siyasî yên li Tirkiyeyê de mijarek pêşkêş kiriye. Ji ber vê sedemê li mala wî pirtûkên Hikmet Kivilcimliyî peyda dibin.
Parêzer Mûrat Yilmazî jî ew biryarên Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê û ya 12emîn Dadeha Cezayê Giran a Enqereyê bibîr xistiye. Li gorî biryarên her du dadgehan jî “rêxistineke bi navê TKP Kivilcim nîne.”
Mithatcan Turetkenî diyar kiriye ku ti têkiliya wî bi rêxistinan re nîne. Hatîce Gozê jî gotiye ew li ser kuştinên jinan, istismara li zarokan û yên weke van xebatan dike û tohmetan qebûl nake. (BK/FD)