Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtîya Sêrtê îlan kiriye ku qedexeya derketina derve ya li ser pênç gund û taxên navçeya Dihê hatine rakirin.
Walîtîyê li malpera xwe ya fermî diyar kiribû ku Cendirme dê li wan cihan dest bi opersyoneka leşkerî bike. Operasyon temam bûye paşê qedexe hatiye rakirin.
Qedexeyê 17ê Îlonê siet 18:00ê dest pê kiribû.
Bi zimanê tirkî navê tax û gundên qedexe lê hatî îlankirin ev in: Gundên Bilgili û Gedikaşarê û taxên Eşik, Çayirli û Tatlipinar.
TIHV: Bi biryarên qedexeya derketina derve re mafên yek milyon û 809 kesan hatine binpêkirin
Rapora TIHVyê
Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) derbarê binpêkirina mafan ên di dema qedexeya derketina derve de daxuyaniyek belav kiriye.
Li gorî daneyên Navendê, ji 16ê Tebaxa 2015yê ku di vê dîrokê de cara pêşiyê qedexe hat ragihandin, heta roja 17ê Tebaxa 2017ê li 11 bajaran û herî kêm li 45 navçeyan, qasî ku hatiye tespîtkirin, herî kêm 252 rojan û bêdem biryarên qedexeya derketina derve hatin ragihandin.
Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li gorî serjimêrîya beriya qedexe destpê bikin, di serî de mafên kesên ku li van navçeyan dijîn gelek maf hatine binpêkirin:
“Li gorî serjimêriya 2014yê ev mafên yek milyon û 809 kesan hatine binpêkirin ku li wan navçeyên qedexe lê hatine ragihandin dijiyan: Mafê azadiyê û ewlekariyê; mafê hurmetê yê li hemberî jiyana taybet û malbatî; azadiya kombûnê; azadiya birêxistinbûnê, azadiya dînê, azadiya danûstandina zanyariyan; mafê parastina milkan; mafê perwerdeyê; îşkence û qedexeya pêkanînên biçûkxistinê yan jî dijmirovatiyê, mafê jiyanê û mafê hevgirtina laşî.”
(AS/MB)