Ji bo nuçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdanên piştgiriyê yên ji bo mafparêz û karsaz Osman Kavalayî û hemû girtiyên ku ji ber fikr û ramanên xwe li girtîgehên Tirkiyeyê ji azadiyê bêpar hatine hiştin, berdewam dikin.
Hunermend û xebatkarên saziyên çand û hunerê, 16ê Îlonê roja yekşemê ji bo Osman Kavalayî li ber Girtîgeha Silivriyê hatine ba hev. Osman Kavala 320 roj in ku girtî ye.
Kavala 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê hatibû desteserkirin û ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê heta niha girtî ye, lê îdianameya ji bo wî nehatiye amadekirin.
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke "Sorosê Tirkiyeyê" bi nav kiribû.
Kavala 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê hatibû girtin.
Osman Kavala kî ye?
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonyayê, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstanê, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye.(EKN/FD)