Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina doza JİTEMê (Rêxistina Dijterorê ya Cendermeyan) ya Qoserê duh li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam kiriye. Duh danişîna 14yê çêbûye û hemû daxwazên parêzerên mexdûran hatine redkirin.
Parêzerên bersûcan îdia kirine ku parêzerên malbatên mexdûran bi daxwazên xwe “dixwazin dozê dirêj bikin” û neyên qebûlkirin. Dadgehê jî li gorî vê daxwaza parêzerên bersûcan biryar daye.
Dadgehkirin wê 18ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê berdewam bike.
Dadgehê daxwazên parêzeran qebûl nekiriye
Malpera Faili Belli dadgehkirina duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji raya giştî re ragihand ku ev malper dozên bi binpêkirina mafên mirovan re têkildar in dişopîne.
Senem Doganoglû parêzera malbatên mexdûran daxwaz kir ku derbarê kuştina Yûsûf Çakar ê di îdianameyê de jî behsa wî tê kirin, li şahidan guhdar bikin.
Parêzerê bibîr xistiye ku sala 2014ê, dema nû dadgehkirinê dest pê kiribû biryara guhdarkirina van şahidan hatibû kirin. Lê ji ber “ne li navnîşanên xwe bûne”, dadgehê li wan guhdar nekiribû. Doganoglûyê daxwaz kir ku dîsa bila li navnîşana wan lêkolîn bêkirin.
Lê parêzerên bersûcan got in ku ji dema Yûsûf Çakir miriye heta dîroka îdianame hatiye amadekirin gelek dem derbas bûye. Li gorî qanûnê êdî name daxwaza guhdarkirina şahidên vê bûyerê bê kirin û xwestin ku daxwaza parêzerên mexdûran neyê qebûlkirin.
Parêzerên mexdûran her weha daxwaz kirine ku bersûc Eşref Hatîpoglû ji Girtîgeha Tîpa T ya hejmar 3 ya Îzmîrê û Mehmet Salîh Kiliçaslan bersûcê li Girtîgeha Tîpa Eyê ya Mêrdînê ye, bila danişîna din bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmenan (SEGBİS) beşdarî dadgehkirinê bibin.
Ev û daxwazên din ên parêzerên malbatên mexdûran nehatiye qebûlkirin. (AS/FD)