Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Bolûyê Emrah Yayla ji bianetê re nameyek şandiye. Yaylayî di nameyê de nivîsiye ku ew li girtîgehê kovareke mehane derdixin û ji ber karîkatureke di vê kovarê de weşandine, ew jî di nav de 6 girtî bi cezayê hicreyê hatine cezakirin. Rêveberiya girtîgehê bi îdiaya ku di karîkaturê de “heqaret li Serokomarî kirine” ev ceza daye girtiyan.
Yaylayî wiha nivîsiye: “Di kovara me ya mehane ya çand û hunerê ya bi navê Ayvazê de ji ber karîkatureke ku me xêz kiriye. Bi îdiaya ku me di vê karîkaturê de heqaret li Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî û karmendên girtîgehê kiriye, 10 roj cezayê hicreyê da dane min, Candaş Kat, Latîf Mollaahmetoglû, Ayberk Demîrdogen, Volkan Pamûk û Veysel Şahînî.”
Yaylayî her weha diyar kiriye ku li hemberî cezayan ew daxwaznameyan didin rêveberiyê û Dadweriya Înfazê, lê ev dîlekçe jî nayên qebûlkirin.
Destûr nedane ku girtiyek telefonê ji malbata xwe re veke
Yaylayî di nameya xwe de her weha behsa zehmetiyên di dema axavtina bi rêya telefonê de jî kiriye:
“15ê Tebaxê girtiyê bi navê Yaşar Yun, ji ber lehiya ku rabûye, li malbata xwe ya li Ordûyê geriya ye. Lê ji ber ku qebûl nekiriye tekmîlê (beriya ku axavtin dest pê bike neçar e nav û paşnavê xwe bibêje) bide, destûr nedane bi telefonê xeber bide. Nehiştine ku rewşa malbata xwe ya piştî lehiyê bizanibe.
“Wî telefon ji destê xwe bernedaye û gotişe, ew dixwaze agahiyê ji malbata xwe bistîne. Lê bi darê zorê ew birine hicreya wî. Rêveberiyê 3 meh ceza daye wî ku bi vî cezayî wê nekaribe bi ti awayi têkiliyê bi devre re deyne. (Li gorî vî cezayî, mafê name şandin û standinê û telefon vekirinê û hin mafên din yên girtiyî tê astengkirin).” (AS/FD)