Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) gotûbêjan li ser danezana mafên gundiyan dike.
Navê wê yê dirêj wiha ye: “Danezana Kesên Din ên li Çoltaran Kar Dikin û Mafên Gundiyan a Neteweyên Yekgirtî”.
Ji dema amadekariya wê Konfederasyona Sendîkayên Cotkaran (Çiftçi Sen) piştgiriyê dide danezanê.
Reşbeleka metnê danezanê li 5em Komxebata Navhikûmetan de hatibû nîqaşkirin. Kombexat di navbera 9 û 13ê Nîsana 2018ê de li Konseya Mafên Mirovan a NYyê hatibû gotûbêjkirin.
Çav li rê ye ku danezan di Civîna Konseya Mafên Mirovan a NYyê de temam bibe û welatên endam wê qebûl bikin. Civîn wê di navbera 10 û 28ê Îlonê de çêbibe.
Di Civata Giştî ya NYyê de jî wê dengdan çêbibe û ji bo qebûlkirinê wê nîqaş çêbibin. Civata Giştî wê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê li New Yorkê pêk bê.
Çiftçi Senê daxuyaniyek belav kiriye û tê de xwestiye ku “Tirkiye bila dengê erê ji bo Danezana Kesên Din ên li Çoltaran Kar Dikin û Mafên Gundiyan a Neteweyên Yekgirtî” bide ku wê li Konseya Mafên Mirovan a NYyê û Cıvata Giştî ya NYyê dengdan ji bo wê çêbibe. (HK/FD)