Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Nûnerên dewletên Garantor yên Civîna Pilebilindan ya Astanayê li Tehranê civiyane. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li tehranê civiyane.
Li gor nûçeya Rûdawê nûnerên hersê welatan weha axivîne:
Rûhanî: Idlib dê ji terorîstan were paqijkirin
“Me di destpêkê de jî got krîza Sûriyê bi rêbazên leşkerî çareser nabe, ji lewra divê ji bo çareseriyê rêyên diyalogê werin hêsankirin.”
Derbarê mijara Idlibê de Hesen Rûhanî da xuyakirin, ku divê ew bajar ji grûbên çekdar werin paqijkirin û û wiha axivî:
“Em dixwazin agirê li Sûriyê bidawî bibe, karên terorîstî li welat nemînin. Weke welatekî dost em ê piştgiriyê bidin îradeya gelê Sûriyê. Em ê alîkariyên xwe jî bidomînin. Herwiha em nîgeraniyên hinek welatan jî fêm dikin.
Rûhanî balkişande ser wê yekê ku divê di tekoşîna leşkerî de hewl bidin sivîl zirarê nebînin û diyar kir: “Em ji bo aştiyê şer dikin. Lê em baş dizanin ku aştiya mayînde bi têkbirina terorê serdikeve.
Pûtîn: Bila biryarên Kongreya Soçî werin cîbicîkirin
“Terorîstên mane li Idlibê bicîh bûne. Herwiha hinek provakasyon jî tên amadekirin û yek ji wan jî senaryoya bikaranîna çekên kîmyeyî ye.”
Vladîmîr Pûtîn pêşniyar kir, ku biryarên civîna Soçî ya Kongreya Nîştîmanî ya Sûriyê werin cîbicîkirin û da xuyakirin: “Divê alîkariya mirovî bo Sûriyê were kirin. Li herêmên bin kontrola hikûmetê jiyan asayî dibe. Xizmetguzarî zêde dibe û saziyên navdewletî vedigerin Sûriyê.”
Putin destnîşan kirk u divê kar were kirin, ku di qonaxa dahatî de hemû alî bigihin rêkevtinê û destûrekê amade bikin û got: “Hikûmeta Sûriyê karê xwe bi başî kiriye û komîteyek taybet ji pirpos û şarezayan pêk aniye bo danûstandinan û amadekirina destûrê.”
Erdogan: Idlib bila nebe gola xwînê
“Em hêvîdar in biryarên li gorî giyana Astanayê derbikevin ku ev jî parastiya yekîtiya siyasî ya Sûriyê, parastinayekîtiya xaka Sûriyê û peydakirina rêbazên aştiyane ye ji bo pirsgirêk û nakokiyan.”
Erdogan amaje bi giringiya Idlibê kir û wiha got:
“Idlib ne tenê ji bo paşeroja siyasî ya Sûriyê herwiha ji bo ewlekariya niştîmanî ya Tirkiyê û aramî û seqamgiriya navçeyê jî pir pir giring e. Bi çi sedemê dibe bila bibe, êrîşa li ser Idlibê dê bibe sedema karesatên mezin. Li ciheke mîna Idlibê, ji bo li dijî terorîstan bikarin tekoşînê bikin pêwîstî bi demê û rê û rêbazên cuda heye.
Em qet naxwazin Idlib bibe gola xwînê. Divê em rêçareyeke guncayî peyda bikin. Ez tika dikim hûbn di vê mijarê de hestiyariyên Tirkiyê li ber çav bigrin. Me bala xwe daye ser Idlibê lê li rojhilatê Firatê tiştên em naxwazin rûdidin. Em ji wê yekê nerazî ne ku Amerîka li wir rêxistineke din ê terorîst bihêz dike.”
Erdogan herwiha got: “Ji ber parastina xelkê sivîl divê agirbestek li Idlibê were ragihandin.”
Bixwîne - Wezîrên Almanya û Tirkiyeyê li ser Idlibê axivîne
Amnesty: Qedera bi milyonan sivîlan girêdayî Civîna Tehranê ye
Li Tehrana Îranê li ser rewşa Sûriyeyê "Civîna Pilebilindan" dê bê pêkanîn.
Bîrêvebira kampanyayên rojhilata navîn ya AMNESTYê(Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî) Samah Hadidê diyar kiriye ku "Qedera bi milyonan sivîlan girêdayî Civîna Tehranê ye."
Hadîdê diyar kiriye ku hêzên herî mezin ên dikarin qedera şerê li Sûriyeyê biguherin Tirkiye, Îran û Sûriye ne.
"Di vî şerî de tiştê herî giring ew e ku divê sivîl bi awayekê bêhiqûqane neyên kuştin.
"Niho, li Idlibê 2 milyon welatiyên sivîl hene ji bilî wan 700.000 koçberên ji cihên dî yên wî welatî(Sûriye) koçî wî bajarî kirîn hene.
"Divê hêzên navneteweyî ji bo hemî alî guh bidin hiqûqa navneteweyî dest bi karî bikin."
Bixwîne - Zaharova: Tirkiye û Rûsya dê ji bo sivîlên li Idlibê bicivin
Sûriye: Em bi ser ketin
Ji sala 2011ê ve li Sûriyeyê di navbera desthilata Esadî û mixalefetên wî de şer heye. Ji roja destpêkê ve Idlib wek çepera paşiyê tê dîtin.
8ê Tebaxê hikûmeta Beşar Esadî bi belavokan diyar kir ku ew bi ser ketiye û “şer bi dawî hatiye.”
Idlib li kû ye?
60 Kîlometreyan nêzîkî Helebê ye. Li Başûrê Efrînê ye. Bajarê kevin yê bi navê Ebla li Idlibê ye. Ebla B.Z.(Ji beriya zayinê) 3 hezar salan hebûye û di salên 1800-1650 de bûye navendeka giring.
70 hezar çekdarên mixalif
*Tê texmînkirin ku niho li Idlîbê ji 70 hezaran zêdetir çekdarên mixalif hene. Texmînî 2 milyon sivîl hene.
Welatiyekê ji Idlîbê yê bi navê Omer Ebû Anas ji kovara TIMESê re gotiye.
“Vê carê divê mizakere neyêne kirin. Heta ketina çekdarê paşiyê jî divê şer bê kirin.”
Sûriye, Tirkiye, Rûsya
*Hikûmeta Sûriyeyê çekdarên xwe ji bo operasyoneka mezin li bakurê Sûriyeyê kom kirine. Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo piştgiriyê hêzên xwe rêkirine dora bajarî.
*Artêşa Sûriyeyê daye zanîn ku wê 10 keştîyên şerî û 2 keştiyên noq-av li Behra Spî di amadebaşiyê de ne.
Çekên Kîmyayî
Neteweyên Yekbûyî daye zanîn ku ji ber şerî bi milyonan kes dê koç bikin. Dibe ku koçber li ber sînorê Tirkiyeyê kom bipengin. “10 hezar terorîst dê beşdarî şerî bibin çêdibe artêşa hikûmeta Sûriyeyê û hêzên dî gaza klorê bi kar bihînin.”
12 noqteyên çavdêriyê
Artêşa Tirkiyeyê li herêma Idlibê 12 noqteyên çavdêriyê çêkirine.
(EKN/MB)
Wêne: AA