Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Du akademisyenên ku ji ber belavoka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” îmze kiribûn û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê” kirine doz li wan hatibû vekirin li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatin dadgehkirin.
Akademisyenên ji Zanîngeha Bogazîçiyê Şenay Çinar û Zeynep arikan cara pêşiyê ye ku derketin pêşberî dadgehê.
Her du akademisyen jî beşdarî danişîna dadgehê bûn û ji bo paraznameyên xwe amade bikin ji heyeta dadgehê wext xwestin. Înayet Aksû parêzerê her du akademisyenan daxwaz kir ku her du akademisyen demildest bên beraektirin. Aksûyî her weha xwest ku dosyayên wan û çar akademisyenên li 13em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tên dadgehkirin bikin yek û dadgehkirin di çarçoveya xala 301yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) de çêbibe.
Heyeta dadgehê biryar girt ku ji bo nirxandina di çarçoveya 301yê de ew belgeyên peywendîdar ji 13emîn Dadgeha Cezayê Giran bixwasin. Herweha ji bo paraznameyên xwe amade bikin wext da parêzer û akademisyenan lê daxwazên din qebûl nekir.
Dadgehkirina her du akademisyenan wê 12yê Sibata 2019ê berdewam bike.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn. (TP/FD)
* Fotoğraf: Tansu Pişkin / İstanbul / bianet