Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHM) bi tohmeta îxlalkirina azadîya xwe-îfadekirinê Tirkîye mehkumî cezayê tazmînatê kiriye.
Nûçegîhanê Ozgur Gundemê Nazım Babaoğluyê 19 salî di sala 1994an de li Sêwregê hate desteserkirin û hate wendakirin.
Di doza ku li ser pirtûka mijara wê Nazım Babaoğlu ye hatiye vekirin de AİHMê Tirkîye sûncdar dîtiye. AİHMê bi tohmeta îxlalkirina azadîya xwe îfadekirinê Tirkîye mehkumî cezayê tazmînatê kiriye.
Pirtûka bi navê “Kayıpsın Diyorlar” di sala 2004an de bi amadekirina Ali Aydın ji weşanên Aramê derketibû. Piştî pirtûk derketî di derheqê xwedîyê weşanxaneyê ê wê demê Fatih Taş de doz hatibû vekirin.
Dê Tirkîye 2 hezar û 500 Euroyî bide Fatih Taş
Fatih Taş bi tohmeta “bi awayekî eşkere biçûkxistina Dewleta Tirkîyeyê” hatibû mehkeme kirin û 20ê Tirmeha 2005an de 6 meh cezayê hepsê xwaribû. Fatih Taş cezayê xwe bi 1650 lîreyê wî wextî guherandibû. Fatih Taş Îtîraza xwe ji vî cezayî re jî kiribû lê nehatibû pejirandin piştî vê bûyerê Taş serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.
Dadgehê biryar daye ku Tirkîye mudaxeleyî azadîya xwe îfadekirinê kiriye.
Ji xeynî wê dadgehê biryar daye ku ev pirtûk ji bo gel bikêrhatî ye.
(AS/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî.