Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sezgîn Tanrıkulu got ku “li dadgehan edalet dê neyê dîtin”. Baroya Amedê jî got ku “divê dadgeh ji her cure desthilatdarî û hêzê dûr be, bi awayekî serbixwe û bêalî karê xwe bike.”
Di daxuynîyên vekirina Dewra nû a Edlî de bala girîngiya darêzgerîya serbixwe û bêalî hate kişandin.
Serokê Komîsyona Vekolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, Segîn Tanrıkulu got: “Heger li dewletekî hakim û sewcî di bin tirsa desthilatdar û îqtîdarê de karê xwe bikin ji dadgehên wê dewletê edalet dernakeve”
Serokê Baroya Amedê Ahmet Özmen jî wiha got: “Edî ji bo her mirovî tişta herî girîng bûye ku dadgeh karê xwe bi awayekî serbixwe û bêalî bikin.”
Tanrıkulu: Ji dadgehên Tirkîyeyê edalet dernakeve
Tanrıkulu wiha got:
“Li dadgehan edalet dê neyê dîtin. Ji ber zext û zordarîyên sîyasî dozger nikarin biryarên serbixwe bidin.
“Sîstema dadgerîyê ji dêvla edaletê belav bike bêedaletîyê kûrtir dike. Kesên li mafên xwe digerin êdî ne li dadgehan bi têkilîyên sîyasî li çareserîyekê digerin.
“Mixabin di vê bêedaletîyê de bi qasî ku sunc û rola desthilatê hebe sunc û rola dadger û dozgerên ku li ber zordarîya wan tênakoşin jî heye.
“Li gor vê dîmena niha berbiçav e her kes jî dizane ku dê îsal jî dadgeh serbixwe hereket nekin lewra wê nikaribin. Lê em ê dîsa jî ji edaletê, ji bo desteserkirin û girtinên niheqî, dadgerîyên sîyasî û kirinên derveyî hiquqê li salonên dadgehan hazir bin.”
Baroya Amedê: Darêzgerî bêfonksîyon e
Ahmet Özmenê serokê Baroya Amedê bal kişand ser zordestîyên ku bi rewşa awarte ve derketine holê, ji kar derxistin, tayînkirin qeyyuman, desteserkirinan û girtinan. Herweha Özmen got ku “Ev bin pê kirina azadî û mafên bingehîn ên mirovan ji bin kontrolkirina darêzgerîyê derxistine û hîn di gelek warên din de jî darêzgerî bêfonksîyon hiştine.”
Özmen rewşa dosyeya Tahir Elçi jî careke din bi bîr anî û bangî karbidestan kir ku wezîfeya xwe bi cî bînin. Tahir Elçi Serokê Baroya Amedê bû ku hate kuştin û hîn jî failên bûyerê nehatine dîtin.
(BK/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî