Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) her hefte ji bo nexweşekê/a li girtîgehan mirî rêûrisma yadkirinê pêk tîne. IHDyê vê hefteyê Koçer Ozdal bîraniye.
Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan (IHD) di girtîgehan de 1154 girtîyên nexweş hene. Ji wan nexweşan jî rewşa 402 kesan gelekî xirab e.
Di heşt salan de du hezar û sê sed kesên girtî di girtîgehan de mirine.
Koçer Ozdal 27ê Tebaxê, li girtîgeheka bi cûrreyê Fyê nexweş bûye û miriye.
Seroka Komîsyona Girtîgehan ya IHDyê Hatice Onaranê diyar kir ku piştî Koçer ji ser hişê xwe çûyî jî destê wî kelefçekirî bûye û pêyên wî bi cihê wî ve girêdayî bûye.
Wezareta Edaletê par eşkere kiribû ku hejmara girtîyên di van heşt salên dawîyê de mirîn du hezar û sê sed e.
Lê Wezaretê sedema van mirinan eşkere nekiribû.
Rêjeya mirina girtîyan
Li gorî salan rêjeya mirinan wiha ye:
*Di sala 2009an de 242,
*Di sala 2010an de 260,
*Di sala 2011an de 285,
*Di sala 2012an de 286,
*Di sala 2013an de 265,
*Di sala 2014an de 312,
*Di sala 2015an de 373,
*Di sala 2016an de piştî meha Cotmehê 277 girtî.
(TP/MB)