Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Hezoyê ya Êlihê di encama operasyona li hemberî PKKiyan de şer derketiye. Di şerî de du leşker mirine.
Li gorî daxuyaniya ku ji hêla Walîtiya Êlihê ve hatiye kirin, hêzên bi ser Fermandariya Cendermeyan a bajêr ve girêdayî, li gundikê Kocabeyê yê gundê Kumlupinarê saet 03.40ê operasyon li dijî PKKyê dest pê kiriye.
Di vê operasyonê de PKKiyan gule berdane û du leşker bi giranî birîndar bûne.
Leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Hezoyê lê digel dermankirinê jî her du leşker mirine.
12ê Tebaxê jî du leşker miribûn
Li Êlihê 12ê Tebaxê jî di dema ku wesayita leşkerî derbas dibû bombe teqiya bû û du leşker miribûn. (EKN/FD)