Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Partiya Edalet û Pêşdeçûnê(AKP) eşkere kir ku ew ê rêyê nedin Dayikên/Mirovên Şemiyê. Partiya navborî diyar kir ew ê çalakiyên li Caddeya Îstîklalê û çalakiyên bi wî rengî asteng bike.
Rayedaran, Şemiya borî civîna 700. ya Dayikên/Mirovên Şemiyê asteng kiribû. Polîsan midaxeleyî wan kesên civîyayîn kiribû û bi dehan kes desteser kiribûn.
Berdevkê AKPyê Omer Çelîkî gotiye:
“Em ê rêyê nedin wan kesan ku dayikbûnê îstismar dikin û ji bo rêxistina terorî hin çalakiyan dikin.”
Li ser pirseka rojnamegerekî/ê, ku rojnamegerî diyar kiriye sala 2011ê serokê AKPyê yê niho Recep Tayyîp Erdogan bi dayikan re civiyabû lê îro AKP li dijî wan çalakiyan e, berdevkî got:
“Kiriyarên serokê me ku di dema serokwezîrîya xwe de kirî û midaxeleya polîsan ne li dijî hev in.”
(BK/MB)
*Wêne: AA