Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeke hunermend û xebatkarên karên çand û hunerê, ji bo mafparêz û karsaz Osman Kavalayî li hewşa avahiya Depo û Açik Radyoyê kom bûne.
Komê ji bo Kavalayê ku 300 roj in girtî ye pankarta "Em bêriyê dikin" vekirine.
Komeke hunermend û xebatkarên karên çand û hunerê, beriya niha jî careke li ber Girtîgeha Silivriyê û carekê jî li avahiya Depoyê, di bernameya "Vardiyayê" de hatibûn ba hev û gotibûn ku bila girtina wî ya bêhiqûq bi dawî bibe û gaveke berî gavekê vegere nav wan. Di vê çalakiya roja 300î de jî heman tişt hatiye daxwazkirin.
Osman Kavala 19ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê hatibû desteserkirin û 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê hatibû girtin. Lê hîna jî îdianame ji bo wî nehatiye hazirkirin.
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke "Sorosê Tirkiyeyê" bi nav kiribû.
Kavala 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê hatibû girtin.
Osman Kavala kî ye?
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonyayê, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstanê, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye.(EKN/FD)