Foto: Beyza Kural
Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan destûr neda ku Dayikên Şemiyê ji bo hefteya 700î li Qada Galatasarayê kom bibin. Kesên li qadê kom bûbûn rastî mudaxeleya polîsan hatin.
— Beyza Kural (@b__yaz) 25 Ağustos 2018
— Beyza Kural (@b__yaz) 25 Ağustos 2018
Di encama mudaxeleyê de polîsan hin xizmên wendayan desteser kirine.
Kesên ku hatine desteserkirin: Maside Ocak, Besna Tosun, Ali Can Ocak, Hasan Karakoç, Sebla Arcan, Leman Yurtseverde, Gamze Elvan.
Her weha polîsan bi darê zorê xizmên wendayan ber bi pasaja Hazzapouloyê ve birine.
Di nava kesên ku hatine desteserkirin de Serokê Disk Basın-işê Faruk Eren jî heye.
Li gorî zanyariya ku hatiye bidestxistin, Qaymeqamiya Beyoglûyê biryara qedexeyê daye.
Polîsan barîkat li derdora Qada Galatasarayê danîne. Kesên ji bo çalakiya rûniştinê hatine, li derdora barîkatan kom dibin.
Îkbal Eren, xwişka Hayrettîn Erenê di dema desteserkirinê de hatiye wendakirin wiha got: “Dibêjin ji ber ku hefteya 700î ye hûn nikarin rûnên. Ez ê vê heftê yê jî rûnêm, hefteya pêşiya me jî, em ji bo kêfa dilê wan rûnanên.”
Polîsan careke din êrîş biriye ser kesên ji bo çalakiyê kom bûne ku parlamenter jî di nava wan de ne. Di vê êrîşê de polîsan guleyên plastîk û gaz avêtine.
#cumartesianneleri izin yok! Gaz ve plastik mermi atıyoelar pic.twitter.com/s4670ZRdru
— pi (@pinartarcan) 25 Ağustos 2018
Hin parlamenter û hunermend li Qada Galatasarayê, li wî cihê ku dayikên şemiyê her hefte lê rûdinên, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li vir axivî û wiha got:
"Em bêwicdaniyeke bi vî awayî qet qebûl nakin. Ew kesên ku di hefteya 700î de bi gaz, dar û hêzên ewlehiyê mudaxele kirine, bila vê bizanibin ku heta wendayên me bên dîtin, heta bûyerên failên wan nediyar derkevin holê, heta kuştinên bêdad bên ronîkirin, wê ev têkoşîna me berdewam bike.
"Ev qada me ya edaletê ye. Ev qad qîrîna me ye. Ev welat kirine welatekî wiha ku ji qîrînên bêdeng ditirse. Kirine welatekî ku ji qîrînên dayikan ditirse. Lê bila bitirsin. Dayik dê bêdeng nebin.”
Pervin Buldan: anneler çocuklarını aramaya devam edecek bu böyle bilinsin#cumartesianneleri pic.twitter.com/SBcgQnHYXT
— pi (@pinartarcan) 25 Ağustos 2018
Koma li Qada Galatasarayê rûniştibû, bertek nîşanî polîsan dan ku kesên xwestine beşdarî çalakiyê bibin desteser kirine.
Eren Keskîn Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan got: Ev têkoşîn dê neqede. Em ê hefteya 701ê jî li vir bin.
Malbat û xizmên wendayan û parlamenteran bi gotina “Em ê di hefteya 701ê de werin ba hev” û çalakiya li Qada Galatasarayê qedandin. (HA/PT/BK/HK/FD)