Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Careke din jî îtîraza ku ji bo qedexeya derketina derveyî welat û hepsa malê ya Brunson, Keşeyê DYAyî nehatiye qebûlkirin.
Cem Halavurt, Parêzerê Keşeyê DYAyî serî li 2yem Dadgeha Cezayê giran a Îzmîrê dabû ji bo cezayên qedexeya derketina derveyî welat û hepsa malê bê rakirin lê dadgehê daxwaz red kiribû.
Piştî vê biryara dadgehê Halavurtî bi heman daxwazê serî li 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dabû.
Lê 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê jî daxwaza tehlîyeya Brunsonî red kiriye.
Ji bo Brunsonî bi tohmeta ku “Di gel ku ne emdame jî lê li ser navê rêxistineke terorê sûc kiriye” heta bi 15 salan û bi tohmeta “sixurtîyê” jî heta 20 salan cezayê hepsê tê xwestin.
Brunsonî di Kanûna Pêşiyê ya 2016an de hatibû girtin, di 25ê Temmûza 2018an de jî cezayê wî bi hepsa malê ve hatibû guherandin. (EKN/VU/FD)