* Wêne: Guardian, Entertainment Weekly.
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Aretha Franklînê 50 salan stranbêjî kiribû, wê 18 caran xelata Grammyê standiye. Ew di 76 saliya xwe de miriye. Wê piştgiriya xelkê reşik dikir ku li Amerîkayê bigihin mafên xwe.
Ew wek "Qralîçeya Soulê" dihat naskirin. Kovara Rolling Stoneyê ew wek "stranbêja herî baş a hemî deman hilbijartibû.
Franklîn sala 1942yê 25ê Adarê li Tennesseeya Amerîkayê hatiye dinyayê.
Wê albûma xwe ya yekem a bi navê “Songs of Faith” di 14 saliya xwe de çêkiribû. Di 16 saliya wê de zarokekê wê çêbûye.
Ew duyem jina Afro-Amerîkî ye ku wêneyê wê li ser bergê kovara Timesê hatiye weşandin.
Polîsan bi tûndkariyê bavê wê kuştiye.
Sala 1987ê ew bû yekem jina çûyî Rock and Roll Hall of Fameyê.
Serokê Amerîkayê George W Bush sala 2005 Xelata Azadiyê daye wê. Wê ji ber ku di milyonan dilan de cih girtiye hêjayê vê xelatê hatiye dîtin.
Sala 2019ê di rêûrisma sondxwarina serokê berê yê Amerîkayê Barack Obamayî de wê stranên xwe gotibûn.
Ji 2011ê ve ketibû nexweşiya penceşêrê. Bi wê nexweşiyê koça dawîyê kiriye.(AS/MB)
* Me ev nûçe ji agahiyên li arethafranklin.net, BBC, Guardianê berhev kirine.