Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dayîkên Şemîyê ji bo hefteya 700î vîdeoyek belav kirine.
Vîdeo banga beşdariyê ya ji bo çalakiya li ber Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê dike. Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe bi hevkarîya Komîsyona Kesên ku di Dema Desteserkirinê de Hatine Wendakirin a Şubeya Stenbolê a Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) li dar dixin.
Di vîdeoyê de stranbêj Ceylan Ertem tevlî Besna Tosun, Maşîde Ocak, Serpîll Taşkaya, İkbal Eren û xizmên wendayên din strana Ahmet Kayayî ya bi navê “Beni Bul Anne” dibêjin.
Vîdeo ji hêla Umît Kivançî ve hatiye amadekirin û tê de deng û dîmenên Ahmet Kayayî jî heye.
Dayîkên/Mirovên Şemîyê ji 27ê Gulana 1995an û vir de her hefte rojên şemîyê li pêşîya Liseya Galatasarayê çalakîya rûniştinê li dar dixin. (HK/VU/FD)
* Vahdet Ûçarê ev nûçe ji tirkî wergerandiye