Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û serokê Lijneya Xwendina Bilind(YOK) Prof. Dr. Yekta Saraç li ser pêvajoya çûna leşkeriya bibedel civiyane.
Piştî civînê hat îlankirin ku xwendekarên xwendina bilind dê 21 rojan ji bo çûna leşkeriya bibedel destûra fermî bistînin.
Heke di wê demê de ku xwendekar bidestûr in, ezmûn(îmtihan) bêne kirin, ji bo telafîkirinê dersdar dê wan xwendekaran paşê bêxin îmtihanan.
Qaçax û firarî
Li Tirkiyeyê 585 hezar û 210 kes hatine emrê çûna leşkeriyê û neçûne cihê kontrola ji bo leşkeriyê. 5 hezar û 772 kesan ji leşkeriyê "firar" kirîne.
2 milyon û 930 kesan dema leşkeriya mecbûrî bi paş de daye. Milyonek û 885 hezar û 448 kes ji ber ku xwendekar in neçûne leşkeriyê.
Leşkeriya bibedel
Li gor qanûnê ew kesên ji beriya 1ê Kanûna Paşiyê ya 1994ê hatîn dinê dê bikarin leşkeriya bi bedel bikin.
Bixwîne - Meclîsê pêşniyarnameya ji bo leşkeriya bibedel kiriye qanûn
Bedelê leşkeriyê dayina 15 hezar TL(Lîreyên Tirkan) û beşdariya 21 rojên perwerdeya leşkerî ye.
Ew kesên li derveyî Tirkiyeyê dijîn dê 2 hezar Euroyan bidin. Ji bo wan kesên li derveyî Tirkiyeyê yek ji şertan ew e ku divê ya kêm sê salan li derveyî Tirkiyeyê mabin.
(TP/MB)