Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Dîlok û Konyayê 11 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî hatine desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin bi sûcê “propagandaya PKK/KCK”yê hatine tohmetkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Dîlokê, operasyon doh (14ê Tebaxê) hatî kirin û Mudurîyeta Emnîyetê ya Dîlokê Şûbeya Micadeleya dij Terorê, bi hevkarîya polîsên midûriyeta istixbaratê, yên Vekolîna Ciyê Bûyeran û pisporên îmhakirina bombeyan re ev operasyon kirine.
Di daxuyanîyê de hatiye destnîşankirin ku şeş kes bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kirine, kîn û nefret di nava gel de belav kirine û bûne sebep ku tevlîhevî û kaos di nava civakê de çêbibe” hatine desteserkirin.
Li Konyayê jî pênc kes bi sûcê “kirina propagandaya terore ya li ser medyaya Civakî” hatine desteserkirin.
Di hefteyekê de lêpirsîn li 292 hesaban hatibû vekirin
Wezareta Navxweyî duh aşkere kiribû ku di hefteya dawiyê de lêkolîn li ser 402 hesabên medyaya civakî hatiye kirin û lêpirsîn ji bo 292 hesaban hatiye destpêkirin.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê duh aşkere kiribû ku ji bo 346 hesabên medyaya civakî yên derbarê dolarî de peyam belav kirine wan lêpirsîn daye destpêkirin.
Wezaretê diyar kiribû ku di 26ê Sibatê de 845 kesên li ser medyaya civakî parvekirinên rexneyî yên li ser operasyona leşkerî ya Efrînê kiribûn û beşdarî çalakiyên bi heman armancê bûbûn, hatine desteserkirin. (AS/VU/FD)
**Vahdet Uçarê ev nûçe ji tirkî wergerandiye.