Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglû digel wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî civiyaye. Çavûşoglûyî gotiye rewşa keşeyê Amerîkayî, Andrew Brunsonî wek xwe ye.
Piştî Konferansa Balyozan ya 10. herdu weîzr civîyane. Çavûşoglûyî gotiye meslehetgozarê Bayozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê dê bi wî re bicive.
“Li Amerîkayê tevliheviyek heye. Hin kes dixwazin vê rewşê çareser bikin hin kes jî dixwazin li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin.”
Sergey Lawrowî jî gotiye dinyaya ji du aliyan pêk tê ber bi dinyayeka piralî ve diguhere.
“Li Idlibê ji bo agirbestê em li ser hin xalan li hev hatin.
“Cezayên yekalî yên
Amerîkayê dayî Tirkityeyê ne qanûnî ye û ne meşrû ye.”
Çi bûbû?
Polîsan keşeyekê bi navê Andrew Brunson, Çiriya 2016ê, bi sûcê sîxurîyê girtibû û ji wê rojê ve girtî bû. Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê 25ê Tîrmehê biryar da ku Bruson dê ji girtîgehê derbikeve û bibe mehkûmê mala xwe.
Parêzerê Brunsonî, İsmail Cem Halavurtî ji dadgehê re diyar kiriye ku tendûristiya(saxlemiya) Brunsonî rê nade ku ew li girtîgehê bimîne û divê ew demildest bê behdan.
Andrew Brunson welatiyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Serokê Amerîkayê Donald Trumpî bi Twîtekê xwestibû Brunson bê berdan.
Keşeyê me, keşeyê we
17ê Gulana 2017ê dema serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çûyî Amerîyê, Trumpî jê xwestiye ew Brunsonî bide berdan.
Erdoganî gotiye:
“Ji me dixwazin em keşeyî bişînin. Keşeyekê me jî li nik we heye(Fethillah Gulen). Hûn jî wî bişînin.”
(AS/MB)
Wêne: AA / Enqere