Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wê dayîkên 25ê Tebaxê, roja şemiyê cara 700î li Qada Galatasarayê kom bibin.
Di vîdeoya ku ji bo hefteya 700. hatiye amade kirin de Elmas Eren dayîka Hayrettîn Erenî, Zubeyde Tepe dayîka Ferhat Tepeyî, Emîne Ocak dayîka Hasan Ocakî û Sabrîye Maltu dayîka Mehmet Şîrîn Maltuyî ji bo hefteya 700î banî beşdariyê dikin.
Ji bo bangewaziyê vîdeoyek ji hêla Dayîkên Şemîyê ve hatiye amadekirin. Çar Dayikên Şemiyê di vê vîdeoyê de behsa pêvajoya windabûna zarên xwe, têkoşîna ku di ber lêgerîna zarên xwe de dane û tiştên li Qada Glatasarayê hatine serê wan dikin.
Sabrîye Maltu dibêje “Em tenê agahîyekî derbarê wendayên xwe de dixwazin, ger miribin em hestîyên wan dixwazin. Tenê vê dixwazin”.
Elmas Eren dibêje “Di hefteya 700î de bangî mirovan dikim. Ger ji bo sivikkirina derdê me werin û piştgiriyê bidin me em ê gelek memnun kêfxweş bibin”.
Emîne Ocak a ku êdî gelek sal li pişt xwe hiştine daxwaza xwe wiha diyar dike: “Em bi hev re çûn Qada Galatasarayê , em banî her kesî dikin”.
Vîdeo bi slogana “baweriya min wenda nebû” ye ya ku li ser afîşa hefteya 700î hatiye nivîsandin û bi gotinên Elmas Erenê diqede ku dibêje: “Ji salên 80yî ve derdê her kesî derdê min e jî, ez jî şirîka derde we me”. (BK/FD)
Werger: Wahdet Ûçar