Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bandora zêdebûna nirxê dolar û euroyî ya li hemberî pereyê tirkan û bihabûna nirxê xaza siruştî û elektrîkê, li rewşa karkeran dike. Piştî ku nirxê dolar û euroyî li hemberî pereyê tirkan zêde bû û vê rewşê bandora xwe li bihayê xaza siruştî û elektrîkê kir, li Dîlokê karkerên tekstîlê ji kar tên avêtin. Li gorî zanyariyan li Dîlokê 308 kargehên tekstîlê hene û ji gelekan karker ji kar hatine avêtin
Ahmet Sûbaşi Nûnerê Çukurovayê yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger ji bianetê re diyar kir ku karker bêhtir li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Başpinarê ji kar têne derxistin.
Sûbaşiyî got ku yek du şîrket ne tê de bi giştî şîrket, bi sedan karkeran ji kar diavêjin û wiha berdewam kir: “Karkerên tekstîlê ji kar têne avêtin. Ew agahî ji me re tên ku li Herêma Pîşesaziyê ya Edeneyê û Herêma Serbest a Mersînê jî jikarderxistin çêbûne. Lê bêhtirê karkeran wê piştî cejnê ji kar bên avêtin.”
“Dixwazin wisa bikin ku em razîbûna xwe bi krîzê bînin”
Sûbaşiyî destnîşan kir ku kargeh dixwazin bi derxistina karkeran re feydeya xwe biparêzin û wiha axivî: “Dixwazin karkeran ji kar derxin û bi vê xwe ji zêdebûna nirxê dolar û euroyî biparêzin. Dibe ku piştî Cejna Heciyan ango Cejna Biçûk bi awayekî girseyî karker ji kar bên derxistin.”
Li gorî zanyariya ku Sûbaşiyî da di nava karkeran de mijara grevê jî tê nîqaşkirin. Sûbaşiyî destnîşan kir ku "Dixwazin wisa bikin ku em razîbûna xwe bi krîzê bînin.”
Nîhat Bencan Nûnerê Herêma Dîlokê yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya DİSKê (Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger) jî got ku pîşesaz veberhênan bi awayekî cidî kêm kirine.
Bencanî diyar kir ku ew hejmara kerkerên ji kar hatine avêtin bi temamî nizanin lê li gorî zanyariyên hevalên wan ji wan re ragihandine, bi awayekî girseyî karker ji kar têne avêtin. (HA/FD)