Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Geverê ya Colemêrge jina bi navê Nurcan Karakaya û pitika wê yê bi navê Mistefa Karakaya di encama teqîna bombeyekê de miribûn.
Di daxuyanîyê de Komeleyê gotiye ku, “em êrîşa li dijî mirovan şermezar dikin.”
“Kîndarî pirsgirêkan çareser nake”
Daxuyaniya İHDyê wiha berdewam kiriye:
“40 sal in ku kîndariyê pirsgirêk çareser nekeriye û tenê dijminahiyan zêde dike. Di gel zanîna vî tiştî, nûnerên desthilatdariyê di daxuyaniyên xwe de û saziyên çapemeniyê di nûçeyan de têkiliya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û vê bûyerê çê dikin û dengdêrên wê dikin hedef. Lê ji bo çareseriya şerî ti tiştek jî nayê gotin û ji ber vê rewşê em mafparêz metirsîdar in.
Em wêke mafparêzan ji ber mirina Nûrcan Karakaya û kurê wê xemgîn in û hemû nêzîkatî û êrîşên gefê li ser mafê jiyanê dixwun careke din şermezar dikin. Em di serî de bang li rêveberên welêt dikin ku gavên lezgîn biavêjin. Dîsa ji hemû aliyan dixwazin dest ji helwest û tevgerên ku mafê jiyanê binpê dikin berdin.
Çi bûbû?
Duh li nêzîkî bajarokê Buyukçiftlikê yê 20 kîlometreyan dûrî navçeya Geverê ya Colemêrgê di dema derbasbûna wesayitekê de teqînek pêk hatibû. Di wesayîtê de Nûrcan Karakaya û pitika wê Mûstafa Bedîrhan Karakaya hebûn. Karakaya û pitika wê ji serdana hevjînê xwe Serkan Karakaya, çawîşê binefser dihatin ku Serkan Karakaya li yekîneya leşkerî wezîfedar bûye. Nûrcan Karakaya li ciyê bûyerê, Mûstafa Bedîrhan Karakaya li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê miribû.
Walîtiya Colemêrgê piştî bûyerê daxuyaniyek belav kiribû û gotibû ku “Di dema derbasbûna wesayita sivîl de teqemeniya ji hêla endamên rêxistina terora cidaxwaz ve hatiye bicîkirin, hatiye teqandin û di encamê de hevjîna leşkerî li ciyê bûyerê, pitika 11 mehê jî li nexweşxaneyê miriye.” (AS/GA/FD)