Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Keşeyê bi navê Andrew Brunson li Tirkiyeyê mehkûmê mala xwe ye. Amerîkayê ji beriya niho xwestibû keşeyê Brunson serbest bibe. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Heather Nauertê daxwaza Amerîkayê ducarî kir.
Cihgirê serokê Amerîkayê, Mike Penceyî di gotarekê de diyar kiribû heke Tirkiye, keşeyê Brunson bernede, Amerîka dê Tirkiyeyê mecbûrê hin reşan bike.
Andrew Brunson welatiyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Serokê Amerîkayê Donald Trumpî bi Twîtekê xwestibû Brunson bê berdan.
Keşeyê me, keşeyê we
17ê Gulana 2017ê dema serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çûyî Amerîyê, Trumpî jê xwestiye ew Brunsonî bide berdan.
Erdoganî gotiye:
“Ji me dixwazin em keşeyî bişînin. Keşeyekê me jî li nik we heye(Fethillah Gulen). Hûn jî wî bişînin.”
(PT/MB)