Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku meclîsê “Qanûna Rewşa Awarte ya Mayinde” qebûl kirî, Rojnameya Fermî jî heman qanûn weşandiye. Bi vî awayî qanûn bû fermî.
Qanûn ji 25 xalan pêk tê. 20ê Tîrmeha 2018ê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ew qanûn qebûl kiribû. 25ê Tîrmehê Lijneya Giştî ya Meclîsê ew qanûn qebûl kiribû.
Qanûn piştî ku li Rojnameya Fermî hat weşandin ketiye di kiriyarê de.
Encamên Halê Awarte
Li gor encamnameya IHDyê 17yê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê eşkere kirî, Wezareta Dadê eşkere kiriye ku di dema Halê Awarte de:
“169 hezar û 13 kes hatine desteserkirin. 50 hezar û 510 kes hatine girtin. 43 hezar û 489 kes bi şertê kontrola edlî hatine serbestberdan. 8 hezar û 87 kes qaçax in.
Bixwîne – MGK: Bila Rewşa Awarte 3 mehên din bê dirêjkirin
“Bi biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de [hikûmetê] dest danî ser birêvebiriya 94 şaredariyan. Şaredarên 98 ji wan şaredariyan ji Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) bûne.
“Bi biryara Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran(HSYK) 4 hezar û 240 dadger û dozger ji karê wan hatine avêtin.
“113 hezar 440 karmendên dewletê ji karî hatine avêtin.
“1412 komele û 139 weqif hatine girtin.”
(AS/MB)