Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (İSİG) Rapora Mirina Karkeran a Di Dema Rewşa Awarte de aşkere kir. Li gorî vê raporê di nava du salan de herî hindik 3960 karker mirine.
Li gorî rapora ku daneyên di navbera 21ê Tîrmeha 2016ê û 18ê Tîrmeha 2018ê de aşkere dike, rêjeya mirina karkeran di sektora pîşesaziyê de zêdetir bûye. Di sektora metalê de ji sedî sed, di sektora enerjiyê de ji sedî 20, di sektorên madeniyê, tekstîl, kimya, kaxiz/dar, çîmento/ax û veguhastinê de ji sedî 10 mirina karkeran zêdetir bûye. Di warê xizmetê de jî ji sedî 50 zête bûye.
Dîsa karkerên penaber jî di van du salan de bêhtir mirine. Li gorî daneyan hejmara karkerên penaber ên kirine ji sedî 40 zêdetir bûye.
60 zarok, 88 penaber mirine
Li gorî daxuyaniya Meclîsê, di nava du salan de;
- 222 jin û 3738 mêr
- Bêhtirên wan ji Sûriyeyê, 185 penaber
- 124 zarok
di dema karî de mirine.
- 459 karker li Stenbolê, 163 li Kocaeliyê, 162 li Bûrsayê, 158 li Îzmîrê, 153 jî li Antalyayê mirine. (HA/FD)