Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hêzên çekdar ên dewletê ji beriya Halê Awarte dikarîn welatiyan herî zêde çar rojan desteser bikin. Li gor qanûna nû dema desteserkirinê dê bikare heta 12 rojan bê dirêjkirin.
Li gor qanûnê, rayedar “heke pêwîst bibînin” dikarin wan kesên girtî ji girtîgehê derbêxin desteser bikin û dîsa ji bo girtîgehê bêne şandin.
Meclîsê teklîfeka 25 xalî ya guhertina qanûnan qebûl kiribû û bûbû qanûn. Meclîsê piştî qebûlkirina qanûnê, ji bo bêhnvedanê, karê xwe heta 1ê Çiriya Pêşiyê sekinand.
Encamên Halê Awarte
Li gor encamnameya IHDyê 17yê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê eşkere kirî, Wezareta Dadê eşkere kiriye ku di dema Halê Awarte de:
“169 hezar û 13 kes hatine desteserkirin. 50 hezar û 510 kes hatine girtin. 43 hezar û 489 kes bi şertê kontrola edlî hatine serbestberdan. 8 hezar û 87 kes qaçax in.
Bixwîne – MGK: Bila Rewşa Awarte 3 mehên din bê dirêjkirin
“Bi biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de [hikûmetê] dest danî ser birêvebiriya 94 şaredariyan. Şaredarên 98 ji wan şaredariyan ji Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) bûne.
“Bi biryara Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran(HSYK) 4 hezar û 240 dadger û dozger ji karê wan hatine avêtin.
“113 hezar 440 karmendên dewletê ji karî hatine avêtin.
“1412 komele û 139 weqif hatine girtin.”
(AS/MB)