Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan keşeyekê bi navê Andrew Brunson, Çiriya 2016ê, bi sûcê sîxurîyê girtibû û ji wê rojê ve girtî bû. Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê biryar da ku Bruson dê ji girtîgehê derbikeve û bibe mehkûmê mala xwe.
Parêzerê Brunsonî, İsmail Cem Halavurtî ji dadgehê re diyar kiriye ku tendûristiya(saxlemiya) Brunsonî rê nade ku ew li girtîgehê bimîne û divê ew demildest bê behdan.
Andrew Brunson welatiyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Serokê Amerîkayê Donald Trumpî bi Twîtekê xwestibû Brunson bê berdan.
Keşeyê me, keşeyê we
17ê Gulana 2017ê dema serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çûyî Amerîyê, Trumpî jê xwestiye ew Brunsonî bide berdan.
Erdoganî gotiye:
“Ji me dixwazin em keşeyî bişînin. Keşeyekê me jî li nik we heye(Fethillah Gulen). Hûn jî wî bişînin.”
(PT/MB)