Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê ji bo heşt gund û gundikên navçeya Qulpê biryara qedexeya derketina derve ragihandiye.
Walîtiyê hinceta biryarê bi gotinên “Ji bo ewlehiya mal û milk û canê gel û ji bo zerar negihêje welatiyên sivîl” aşkere kiriye û diyar kiriye ku biryar li gorî Qanûna Rêveberiya Bajaran a hejmar 5442yê hatiye standin.
Lê di biryarê de nehatiye aşkerekirin ku bê wê kengî biqede.
Biryara Walîtiyê ya ku îro saet di 11.00ê de dest pê kiriye di malpera xwe ya fermî de ya Walîtiyê de hatiye belavkirin.
Derketina derve li van gund û gundikan hatiye qedexekirin:
“Gundê Yaylakê û gundikên Şeyhsalih, Nedrehuş, Mezrasor, Simetok, Dalideri, Akçana û Derikê.” (AS/FD)