Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dema Rewşa Awarte nehat guhertin, meclîsê li şûna wê yasayeka nû qebûl kiriye. Li gor beşên hatîn qebûlkirin ya yasayê, walî dikarin ji bo çûn-û-hatina mirov û wesayitan destûrê bide na no.
Heke walîyek biryarê bide ku hatina kesekî/ê ji bo rêkûpêkiya bajarê ku ew lê walî ye, xerab e, dikare heta 15 rojan hatina wî/wê kesî/ê asteng bike.
*Walî dikarin derketina welatiyan “ji bo hin deman” û “ji bo hin deran” qedexe bikin.
*Walîtî dikarin biryarê bidin ka divê kîjan wesayit kengê li kû bin.
*Walî dikarin biryarê bidin ka kî an jî kîjan wesayit divê li kû bê sekinandin.
Encamên Halê Awarte
Li gor encamnameya IHDyê 17yê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê eşkere kirî, Wezareta Dadê eşkere kiriye ku di dema Halê Awarte de:
“169 hezar û 13 kes hatine desteserkirin. 50 hezar û 510 kes hatine girtin. 43 hezar û 489 kes bi şertê kontrola edlî hatine serbestberdan. 8 hezar û 87 kes qaçax in.
Bixwîne – MGK: Bila Rewşa Awarte 3 mehên din bê dirêjkirin
“Bi biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de [hikûmetê] dest danî ser birêvebiriya 94 şaredariyan. Şaredarên 98 ji wan şaredariyan ji Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) bûne.
“Bi biryara Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran(HSYK) 4 hezar û 240 dadger û dozger ji karê wan hatine avêtin.
“113 hezar 440 karmendên dewletê ji karî hatine avêtin.
“1412 komele û 139 weqif hatine girtin.”
(AS/MB)