Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Di Sîstema Înfazkirina Cezayan De Civaka Sivîl (CİSST) ji bo girtî û xizmên girtiyan dest bi xizmeteke nû kiriye. Komeleyê aşkere kir ku wan ji bo girtiyan û xizmên girtiyan xizmeta şêwrê daye destpêkirin.
Komeleyê derbarê xizmetê de ev zanyarî belav kirine:
* Heke ku hûn girtî bin an jî xizmên girtiya bin, hûn ê karibin ji bo pirsgirêkên xwe serî li me bidin.
* Em ê karibin zanyariyan derbarê mafên we de bidin we û pêvajoya serlêdanê ya saziyên pêwendîdar bişopînin.
Girtî û xizmên girtiyan dikarin bêpere ji vê xizmetê fêdê bistînin lê komele ji bo girtî û xizmên girtiyan parêzeran peyda nake.
Numareya telefonê ya xizmeta şêwrê wiha ye: +90 212 252 53 11
1154 girtiyên nexweş hene
Li gorî daneyên Wezareta Dadê, dawiya sala 2017ê li girtîgean 228 hezar û 993 girtî hebûne. Lê 208 hezar û 830 cih tenê di girtîgehan de hene.
Dîsa li gorî daneyên heman wezaretê, Gulana 2017ê, 841 girtiyên nexweş ên Saziya Tiba Edlî ji bo serbestberdana wan raporên erênî daye, hîna jî di girtîgehan de ne.
Li gorî Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (İHD) li girtîgehan, 402 jê giran, 1154 girtiyên nexweş hene.
Li gorî rapora “Xwendekarên Girtî” ya CİSST/TCPSyê ji sedî 38ê girtiyên zarok ên temenê wan di navbera 12-17yan de ne, dikarin perwerdeya xwe berdewam bikin. hejmara xwendekarên girtî herî hindik 8 hezar û 525 e. (AS/FD)