Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salûhan Olûçî li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê pêk aniye. Oluçî rojev nirxandiye û li aqûbeta karmendê Amedî Kamîl Acarî pirsiye ku wesayita wî li kêleka rê hatiye dîtin û du roj in agahî jê tune ye.
Olûçî wiha gotiye:
“Ji duh û pê de welatiyê me û endamê partiya me yê bi navê Kamîl Acar li Amedê winda ye. Duh û îro me hin hevdîtin bi rayedarên dewletê re kir. Lê rayedaran ti zanyariyeke têr û tijî nedane me.
“Malbatan hevdîtin bi Şûbeya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Amedê re kiriye. Dîsa zanyariyeke têr û tijî bi dest nexistine.
“Em bi rewşeke wiha re rû bi rû ne ku gelek pirs hene. Saeta ku wesayit hatiye dîtin sîstema şopandina plakayê wê li ciyekî din nîşan dide.
“Li gorî tiştên ku şahidan gotiye, wesayit du kîlometro nêzîkî Qereqola Pirinçliyê hatiye dîtin. Hatiye gotin ku li nêzîkî Qereqola Pirinçliyê xala kontrolê hebûye, lê xaleke din a kontrolê ya ne asayî heye.
“Em bang li berpirsên îdarî yên li herêmê dikin. Em dixwazin aqûbeta Kamîl Acarî hîn bibin, em dixwazin bizanibin ku kê ew revandiye.”
Parêzer Bîlmez: Hemû nexweşxane hatine kontrolkirin
Îbrahîm Bîlmez parêzerê Acarî ji Ajansa Mezopotamyayê re axiviye.
Bîlmezî gotiye, Acar 17ê Tîrmehê ji bo karekî bi wesayita xwe çûye Nevşehîrê û şevekê li wir maye. Pişî wê ji wir veqetiyaye û wiha berdewam kiriye: “Du roj berê saet li derdora 19.00ê bi rêya telefonê li hevjîna xwe digere. Ji hevjîna xwe re gotiye, ‘Ez ber bi Rihayê ve têm. Saet li derdora 21yê ez ê li malê bim’. Paşê nayê malê û ti agahî jê nayê standin.”
Bîlmezî diyar kiriye ku li ser vê yekê hevjîna Acarî zanyarî daye xizmên xwe û wiha gotiye: “Tevlî xizmên xwe ber bi Rihayê derdikevin rê. Hemû nexweşxaneyên li ser rê kontrol dikin û serî li qereqolan didin. Lê ti agahiyê bi dest naxin.” (EKN/FD)