Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademisyenên aştîxwaz û parêzer Hanifî Bariş ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî hatiye girtin.
Dadwer bi hinceta ku “gumana revê û veşartinê heye” biryara girtina Barişî daye. Bariş ji bo dana îfadeyê çûbû qereqolê.
Akademisyen Hanifî Bariş ji ber parvekirinên xwe yên ji malperên biyanî yên nûçeyan kiriye, hatiye tohmetkirin. Dîsa wêneyên ku di nûçeyan de hatine bikaranîn jî bûne mijara tohmetê.
Di nava van nûçeyên ku bûne mijara sûcdariyê de yên derbarê Rêveberiya Kurdan a Herêmî ya li Iraqê jî hebûye. Hanifî Bariş bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” hatiye girtin.
Mehmet Dogan parêzerê Barişî ji bianetê re got ku 4ê Tîrmehê dema Bariş ji mal derdikeve û dixwaze biçe karî, polîs li wî digerin.
Kesê lê geriyaye jê re gotiye ku ji ber parvekirinên wî yên li ser madyaya civakî lêpirsîn hatiye destpêkirin û divê ji bo îfadeyê biçe qereqolê. Dema diçe qereqolê wî derdixin pêşberî dozgerî.
Dozger jî bi daxwaza girtinê wî dişîne Dadgehê û heman şevê ji hêla 10em Dadweriya Cezayan a Silhê ve tê girtin.
Pêşiyê wî dibin Girtîgeha Metrîsê paşê jî Girtîgeha Silivriyê ya hejmar 5ê.
Parêzer Mehmet Dogan diyar dike ku ew li hemberî vê biryara girtinê derketine û serî li 10em Dadgeha Cezayan a Silhê dane lê dadgehê qebûl nekiriye.
Îro wê heman îtiraz ji hêla 11emîn Dadweriya Cezayan a Silhê ve were nirxandin. (TP/FD)