Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina Akademisyenên Aştîxwaz li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê berdewam kir ku ji ber akademisyenan belavoka “Em nabin şirîkê vî sûcî” îmze kiribûn bi tohmeta “propagandaya rêxistina terorê” doz hatibû vekirin.
Îro Lêkolîner Firat Çapan ê ji Zanîngeha Marmarayê ji kar hatibû derxistin û dersdar û xwendekara doktorayê Merîç Taylan Mûtlû li 34em Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji bo cara duyem derketin pêşberî dadgehê.
Merîç Eyupoglû parêzera akademisyenan diyar kir ku ji ber nexweşiya wê, derfeta amadekiraya parêznameyê nekirine û daxwaza taloqkirina dadgehkirinê kir. Eyuboglûyê raporên xwe yên tenduristiyê pêşkêşî dadgehê kir.
Li sir vê rewşê, heyeta dadgehê biryar girt ku dadgehkirin 29ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê berdewam bike.
Heyeta dadgehê ji van kesan pêk dihat:
Serok: Abdûllah Ozer, Endam: Oktay Guneş, Remzî Akpirinç û Dozger: Îlkay Ozcan
Danişîna sêyem wê 2019ê çêbibe
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 30ê Gulana 2018ê 241 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 14 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn. (TP/FD)