Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Pervin buldan û Sezai Temelliyî ji bo balyozê Îranê yê li Tirkiyeyê nameyek şandiye û jê re nivîsîye: Bila Ramin Huseyîn Penahî neyê daliqandin.
16ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê, dadgeheka Îranê kurdekê bi navê Ramin Huseyîn Penahî dad kiriye û di wextekê kêmî sietekê de biryara daliqandinê ji bo wî daye.
Ramin 22 salî ye. Ji ber nerazîbûna gelî dema daliqandina wî hatiye paşdedan lê biryar nehatiye guhertin.
Malbata wî diyar kiriye ku nîşanên îşkenceyê li laşê zarokê wan hebûye.
HDPyê di nameya xwe de diyar kiriye ku ew partiyek e ku bi milyonan kurd û gelên dî temsîl dike. Partî dixwaze biryara ji bo Raminî hatî dayin demildest bê betalkirin û pêvajoyeka li gor standartên mirovahiyê ya dadkirinê divê bê dest pê kirin.
(AS/MB)