Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Wekîlê koma AKPyê, Mustafa Elitaşî diyar kir “em difikirin ku şeva 18ê Tîrmehê Rewşa Awarte dê rabe.”
Di 18ê Tîrmehê de, dê bibe duyemîn salvegera îlankirina yekem Rewşa Awarte ya piştî hewildana derbeya leşkerî.
Elitaşî got yekem karê meclîsê dê li ser cezakirina “wan kesên zarokan taciz dikin, mafên heywanan binpê dikin” be.
Bixwîne - “Divê dema Halê Awarte neyê dirêjkirin”
“8ê Tîrmehê piştî ku serokkomarê me sond bixwe sîstema nû dê bi awayekê fermî dest pê bike.”
Elitaşî diyar kir li gor dîtin û çavdêriyên wî serokkomar dê Rewşa Awarte îlan neke.
Encamên Halê Awarte
Li gor encamnameya IHDyê 17yê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê eşkere kirî, Wezareta Dadê eşkere kiriye ku di dema Halê Awarte de:
“169 hezar û 13 kes hatine desteserkirin. 50 hezar û 510 kes hatine girtin. 43 hezar û 489 kes bi şertê kontrola edlî hatine serbestberdan. 8 hezar û 87 kes qaçax in.
Bixwîne – MGK: Bila Rewşa Awarte 3 mehên din bê dirêjkirin
“Bi biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de [hikûmetê] dest danî ser birêvebiriya 94 şaredariyan. Şaredarên 98 ji wan şaredariyan ji Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) bûne.
“Bi biryara Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran(HSYK) 4 hezar û 240 dadger û dozger ji karê wan hatine avêtin.
“113 hezar 440 karmendên dewletê ji karî hatine avêtin.
“1412 komele û 139 weqif hatin girtin.”
(AS/MB)