Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina Akademisyenên Aştîxwaz li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê berdewam kir ku ji ber belavoka bi navê “Em ê nebin şirîkê vî sûcî” belav kiribûn bi tohtema “propagandaya rêxistinê kirine” doz li wan hatibû vekirin.
Ji Zanîngeha Bogaziçiyê Prof. Dr. Nuket Esen, Doç. Dr. Z. Y, xwendekara doktarê Bûrcû Kaya û ya Prof. Dr. Îsmaîl Kûban Altinelî cara duyê li 14em Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatin dadgehkirin.
Heyeta dadgehê ji bo nêrîna Wezareta Dadê ya derbarê dosyayan de bistîne biryar girt ku wan bişîne Wezaretê. Li gorî vê biryarê wê Wezaret di çarçoveya Xala 301ê ya Yasaya Cezayana Tirkan (TCK) de nirxandina wî tiştî bike ku akademisyenan heqaret li tirkîtiyê, li komar, hikûmet an jî saziyên dadê, li parlamentoya Tirkiyeyê, li saziyên emnî kiriye yan na. Ji bo dadgehkirina ji ber vê xalê divê Wezareta Dadê destûrê bide.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 30ê Gulana 2018ê 241 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 14 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn. (BK/FD)