Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê polîsan gule bera jor dane û wesayitek sekinandine. Piştî ku wesayit kontrol kirine di wesayitê de çar çewal qaxizên dengan bi dest xistine. Hat îdiakirin ku ev kaxizên mohrkirî wê ji bo dibistanan bihatana veguhestin. Sê kesên di wesayitê de hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya DHAyê, ew zanyarî dane polîsan ku îro saetên nîvro, kaxizên dengan ên bimohr bi wesayitekê wê bibin Dibistana Seretayî ya Bilgeyê ya li ser rêya Taxa Mizarê. Li gorî heman zanyariyan wê ew deng bi denên di nava sendoqan de bên guhertin.
Li ser vê zanyariyê polîs li derdora dibistanê xwestine wesayitekê bidin sekinandin. Lê li gorî îdiayê ew wesayit nesekiniye û xwestiye ji wî ciyî bize. Polîsan gule bera jor dane û kesên di wesayitê de ew çewal avêtine nava rê.
Polîsan sê kesên di wesayitê de desteser kirine. (EKN/FD)