Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi hinceta ku li ser medyaya civakî “propagandaya rêxistinê kirine” li Elezîzê û Rihayê 3 kes hatine girtin.
Li Elezîzê çar kes bi tohmeta ku “li ser medyaya civakî li ser navê PKK û FETOyê propaganda kirine” hatibûn desteserkirin. Piştî ku îfadeyên wan li cendermeyan hatine standin her çar kes şandine edliyeyê û du ji wan hatine girtin. Du kes jî bi şertê kontrola edlî serbest mane.
Li navçeya Wêranşarê yê Rihayê Hoger Abbas ê ji Sûriyeyê ye duh ji hêla Dadweriyê ve hatiye girtin ku bi heman hincetê hatibû desteserkirin.
Li Wêranşarê ekîbên bi ser Fermandariya Cendermeyan roja sêşemê li taxên Hurriyet, Yenîşehîr, Aritir û Nergizliyê operasyon pêk anî bûn. Di encamê de 5 kes hatibûn desteserkirin. Ji bilî Abbas ên din bi şertê kontrola edlî serbest mabûn.
Di hefteyekê de 1422 hesap hatine kontrolkirin
Li gorî daneyên ku Wezareta Navxweyî li ser malpera xwe ya fermî aşkere kirine, di navbera 11 û 18ê Hezîranê de 1422 hesapên medyaya civakî kontrol kirine. Derbarê 251 kesan de lêkolîn dane destpêkirin. (AS/FD)
* Fotograf: Urfa Haber